Salih Muslîm li Cenewreyê hevdîtin kir
CENEVRE - Nunerê Taybet ê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Staffan de Mîstura di çarçoveya hevdîtinên Sûriyeyê yên Cenewreyê de bi Hevserokê PYDê Salih Muslîm re hevdîtin kir.
Li gor daxuyaniya Ofîsa Cenewreyê ya NYyê Mîstura di roja 6emîn a hevdîtinan de bi Hevserokê PYDyê Salih Muslîm û heyeta wî re hevdîtin kir.Ji bilî Salih Muslîm Mîstura karsaz Gassan Abbudê xwediyê televizyona Orîentê ya ku li Sûriyeyê kanaleke taybet e re jî hat bal hev.Hat gotin ku Mîstura van hevdîtinan him ji bo aliyên ji hundurê Sûriyeyê û him jî ji aliyên derveyî Sûriyeyê re dike ku hemû aliyan re derfet çêbibin ku ew bikaribin biaxivin.
Mîstura hefta borî dest bi hevdîtinan kiribû. Ji bilî rejima Sûriyeyê ji 40 koman zêdetir komên sûrî, 20 aktorên herêmî û navneteweyî ji bo hevdîtinan hatibûn vexwendin. Di nav wan de endamên Konseya Ewlehiyê ya NYyê, aktorên siyasî û eskerî, jinên Sûrî, kesên ku eqrebayên wan di şer de mirine, sîvîl, mela û rûspî hene.Bendêne ku hevdîtinên Sûriyeyê qasî 4 an jî 6 hefteyan dewam bike.(aa)




Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.