Şanaziya dilê êlihiyan: Çiyayê Mereto
Yayınlanma:
Güncelleme:
Çiyayê Mereto yê bi bilindahiya xwe ya bi heyebet hatina demsala zivistanê û barîna berfê re weke bûkekê hat xemilandin. Çiyayê Mereto bi xweşikbûn û bedewbûna xwe ya bêhempa di dilê hemû êlihiyan de ci digire.
Yek jî çiyayên Kurdistanê yê herî bilind jî çiyayê Mereto ye, çiyayê Mereto bi bedewbûn û xweşikbûna xwe dilê hemû êlihiyan dagir dike. Çiyayê Mereto dikeve navçeya Sasonê û bilindiya wê 3 hezar metre bilind e. Ji dirokê heya şaristaniyê û heya roja me ya îro ji bo mirovan malovaniyê dike. Çiyayê Mereto di wî temenê xwe yê dirêj de gelek xweşî û nexweşî dîtine. Çiyayê Mereto bi dîroka xwe yê kevnar bêguman navenda dilê tevahî êlihiyan de cih girtiye. Bi hatina demsala zivistanê re çiyayê Mereto bi hemû sermayê re û berfa ku li ser bariye Mereto weke bûkekê xemilandiye bi hemû bedewiya xwe bala her kesî dikşîne ser xwe. (Diha)
Resmi İlanlar
Güncel





Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.