Şaredariya Cizîrê ji bo pirsgirêkan çareser bike seferber bû
ŞIRNEX - Kunur anî ziman ku li gel hemû tiştî jî bi piştgiriya şaredariyên derdorê ew ji bo pirsgirêkan çareser bikin bûne seferber.
Piştî ku li Cizîrê di 4'ê Îlonê de qedexebûna derketina derva hat destpêkirin û heta 9'ê Îlonê berdewam kir, polîs û tîmên taybet li dijî gel êrîş pêk anî û li dijî vê êrîşê jî gel di nava berxwedanek mezin de bû. Di dema êrîşê de şebekeyên av û ceyranê hatin tehrîpkirin û hin ji wan jî bi awayekî zanebûn ji aliyê polîsan ve hatin tehrîpkirin. Bi pirsgirêkên avê û ceyranê û ji ber ewlehiya canê xwe personelên şaredariyê nekaribûn bixebitin û pirsgirêka gelaşê jî rû da. Piştî ku dorpeça li ser Cizîrê hat rakirin Şaredariya Cizîrê seferber bû. Hevşaredarê Cizîrê Kadîr Kunur da zanîn ku gelê Cizîrê rastî zilmeke mezin hatiye û di pêvajoyek pir dijwar re derbas bûye û got beriya ku vê qedexebûnê bidin destpêkirin tu agahî nedane wan û ji ber wê jî wan tu tedbîran negirtine.
Polîs li gorî fermana erkdarên dewletê tevnegeriyan
Kunur diyar kir ku bi taybetî jî ji bo pirsgirêka avê çareser bikin wan bi erkdarên dewletê re hevdîtinan kirine û piştre du personelên şaredariyê rê kirine depoya avê ya ku li Girê Evînê ku leşker û polîs li wê derê bi cih bibûn. Kunur tiştê ku hat serê van herdû personelan jî wiha vegot: "Li gel erêniyê me van herdû personelên xwe rê kir mirinê, ji ber ku em nizanibûn dê çi bê serê wan. Li gel talîmata erkdarên dewletê jî du personelên me yên ku me rê kir Gira Evînê ji aliyê leşkeran ve rastî êrîşa fîzîkî û bi devkî hatine. Hevalên me li me geriyan û gotin ew hatine binçavkirin. Yanî tîmên taybet yên ku li vê derê hatine pêwirdarkirin, li gorî talîmata erkdarên dewletê tevnegeriyane."
'Ji ber qedexebûnê li navçeyê me nekarî karê xwe yê rûtîn pêk bînin'
Kunur anî ziman ku piştî ku qedexebûn dest pê kir ji ber êrîş û dorpeçkirinê wan nikaribû karê xwe yê rûtîn jî pêk bînin û wiha got: "Ji ber ku yên derdiketin kolanan bê pirs dihatin gulebarankirin. Ji ber ku ewlehiya canê me tunebû me nekarî em karê xwe yê rûtîn pêk bînin."
'Em ê pirsgirêka avê heta du rojan çareser bikin'
Kunur bi lêv kir ku piştî qedexebûyîn hat rakirin, bi piştgiriya şaredariyên derdorê destpêkê pirsgirêka paqijiyê ya kolanan çareser kirine û wiha got: "Piraniya pirsgirêka di şebekeya avê de hatiye çareserkirin. Dê di nava du rojan de pirsgirêka avê bê çareserkirin."
Kunur herî dawî anî ziman ku li bajarê ku nifûsa wê 130 hezar kes e li gel ku 9 roj dorpeçkirin pêk hatiye jî li dijî qetlîamê gel berxwedanek bi rûmet daye meşandin.(diha)





Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.