1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Sarûxan: Em ê ji bo parastinê bi kantonên din re bikevin têkiliyê
Sarûxan: Em ê ji bo parastinê bi kantonên din re bikevin têkiliyê

Sarûxan: Em ê ji bo parastinê bi kantonên din re bikevin têkiliyê

Meclîsa Rêveber ya Rêveberiya Xweseriya Demokratk a Kantona Cizîrê duh di civîna xwe ya 2’yemîn de ragihand ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) tekane hêza parastinê û rewa ya Kantona Cizîrê ye.

A+A-

Serokê Desteya Parastinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratk a Kantona Cizîrê Ebdilkerîm Sarûxan got ku YPG’ê di van 3 salên şoreşê de gelek dever û herêm rizgar kirin û kantona Cizîrê bi giştî parastiye. Sarûxan got ku ew ê di warê parastinê de bi kantonên din re jî bikevin têkiliyê.

AMÛDÊ– Meclîsa Rêveber ya Rêveberiya Xweseriya Demokratk a Kantona Cizîrê duh di civîna xwe ya 2’yemîn de ragihand ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) tekane hêza parastinê û rewa ya Kantona Cizîrê ye. Piştî ku Fermandarê Giştî yê YPG’ê Sîpan Hemo peyamek ji Serokê Meclîsa Rêveber re şand û diyar kir ku ew rêveberiya xweseriya demokratîk wekî jêdera xwe ya siyasî dipejirînin, meclîsa rêveber jî spasiyên xwe pêşkêşî hêzên YPG’ê kir.

Serokê Desteya Parastinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratk a Kantona Cizîrê Ebdilkerîm Sarûxan têkildarî mijarê ji ANHA’yê re axivî û got: “Yekîneyên Parastina Gel di van 3 salên şoreşê de dever û herêmên Kantona Cizîrê rizgar kirin û ji êrîşên komên çekdar û çeteyan parastin. Di kantona Cizîrê de hêza rewa ku hemû pêkhateyan pejirandiye tenê hêza YPG’ê ye.”

Sarûxan diyar kir ku sedema biryara wan a derbarê hêzên YPG’ê de ew e ku hemû desteyên Meclîsa Rêveber ji hemû pêkhateyên Kantona Cizîrê pêk tên û hêzên YPG’ê jî van pêkhateyan diparêze. Sarûxan destnîşan kir ku ji ber vê yekê lezbûna biryara pejirandina vê hêzê li ser bingeheke rast bû û diyar dike hêzên YPG’ê hêzeke netewî ye.

Sarûxan bal kişand ku saziyên din jî rêveberiya xweser pejirandiye û wiha dom kir: “Tişta balkêş ew e ku hemû saziyên Kantona Cizîrê yên xizmetê, tenduristî, şaredarî û hêzên Asayîşê diyar kirin ku ew ji bo ku di bin banê rêveberiyê de bixebitin, amade ne. Ev yek tê wateya demokratîkbûna û piştgiriya gel ji vê rêveberiyê re ye.”

Sarûxan, anî ziman ku ji bo têkliyên di navbera kantonên Kobanê û Cizîrê yên di warê parastinê de jî dê têkliyên xwe bi Desteya Parastinê ya Kantona Kobanê re xurt bikin.

(ANHA)

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.