Serokwezîrê Îtalyayê Renzî li Iraqê ye

Serokwezîrê Îtalyayê Renzî li Iraqê ye
- Serokwezîrê Îtalyayê Renzî piştî ziyareta xwe ya li Bexdayê hat Hewlêrê û bi Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Barzanî re hevdîtin kir.

ERBÎL (- Serokwezîrê Îtalyayê Matteo Renzî piştî ziyareta xwe ya li Bexdayê hat Hewlêrê û bi Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî re hevdîtin kir.

 

Li gor daxuyaniya Serokatiya HKIyê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Alîkarê Serokwezîr Kûbat Talabanî, Serokê Dîwana Serokatiyê Fûat Huseyîn, Wezîrê Pêşmerge Mistefa Seyîd Kadir û Berpirsiyarê Karên Derve yê HKIyê Felah Mistefa beşdarî hevdîtinê bûn.Serokwezîr Matteo Renzî got ku wan wek parlementoya Îtalyayê biryar da ku alîkariyên mirovahî û leşkerî bidin HKIyê û ew piştgiriyê didin berxwedana Herêma Kurdistanê ya li dijî DÎŞIyê.

Renzî wiha dewam kir: "Ez wek Serokwezîrê Îtalya û Serokê YEyê yê Serdemê li ser navê xwe soz didim ku em dê alîkariyên mirovahî û leşkerî bidin HKIyê û dixwazim bibêjim hûn dî vî şerî de tenê nînin. Şerê we şerê me ye. Serkeftina dê HKIyê li dijî DÎŞIyê bi dest bixe serkeftina me ye. Armanca min bi vê ziyaretê ew bû ku ez peyama welatê xwe û welatên YE ya ji bo piştgirîdayînê ragihînim. Ji bo ku ez bibêjim em li ba we ne hatim herêmê."

-"Em ê li Hewlêrê konsolxane vebikin"

Serokwezîr Matteo Renzî got ku ew dixwaze ji Barzanî derbarê dê karibin alîkariya mirovahî û leşkerî çawa bidin de agahî bistîne û wiha pê de çû:"Dixazim bi eşkereyî bibêjim ku me ji bo alîkariya çek ku em ê bidin Herêma Kurdistanê, me biryar da. Em têkiliyên xwe yên dîplomatîk jî xurttir didkin. Ji bilî vê em ê di şûna nûneriya xwe ya li Hewlêrê de konsolosî vekin."Renzî, Barzanî vexwend Îtalyayê û got ku hêvî dike di demeke kurt de ev serdan pêk bê.

Mesût Barzanî jî spasiyên xwe pêşkêşî Renzî û gelê Îtalyayê kir, derbarê êrîşên terorî, rewşa penaber û berxwedana pêşmergeyan a li dijî DÎŞIyê de agahî da.

Barzanî wiha dewam kir:"Îtifaq û alîkariya Yekîtiya Ewropa û Îtalyayê moral da me, hêviyên me bi saya vê xurttir bûn. Ev peyam têkoşîna me ya li dijî DÎŞIyê xurttir û bihêztir dike." Barzanî bal kişand li ser Herêma Kurdistanê got ku herêma me herêmeke kozmopolît e û heta ji destê me bê em dê herêma xwe bi vî şiklê piralî biparêzin.

Serokwezîrê Îtalyayê Matteo Renzî di çarçoveya ziyareta xwe ya Iraqê de pêşiyê li Bexdayê bi Serokê Koalîsyona Dewleta Zagonê Nûrî el Malîkî û Namzedê Serokwezîrtiyê Haydar el Îbadî re hevdîtin kiribû.(aa)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.