31 gund û 20 gundik hatin azadkirin

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku hêzên wan ên Kobanê û Cizîrê ji 2 aliyan ve li hemberî çeteyên DAIŞ’ê yên li Til Ebyadê operasyona

NAVENDA NÛÇEYAN –dorpêçkirinê daye destpêkirin û heta niha bajaroka Suluk, 31 gund û 20 gundik rizgar kirin.

Navenda Çapemeniya YPG’ê derbarê operasyonên ku ji aliyê Kobanê û Cizîrê ve li hemberî çeteyên DAIŞ’ê yên li Girê Spî hatiye dom dikin de, daxuyaniyek weşand. Têkildarî daxuyaniyê Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) nûçe weşand. Naveroka daxuyaniyê wiha ye: 

“Di çarçoveya Hemleya Fermandar Rubar Qamişlo ya ku ketiye roja xwe ya 39’an de, hêzên me yên giredayî Kantonên Kobanê û Cizîrê, li hemberî çeteyên li Girê Spî û derdora vê bi cih bûne tevgerek dorpêçkirinê dane destpêkirin. Hêzên me yên ku şevê din bajaroka Suluk azad kirin xebatên xwe yên lêgerînê berdewam dikin. Hêzên me piştî Suluk rizgar kirin, berê xwe dan qada di navbera Til Ebyad û Suluk de û li vê herêmê gundên bi navê Seîdo, Xişman, Til Eşq Seîde, Bêjing, Kevok, Enzê, Mişêrfa Şêx, Îsawî, Ayn Ul Arus û 20 mezrayên din ji çeteyan paqij kirin. Hêzên me yên ku bi berxwadaniya Kobanê ya dîrokî re destan nivîsandin jî ji rojava û başûr rojavayê Girê Spî ve pêşve çûn û derbeyên giran li çeteyan xistin. Hêzên me yên Kobanê jî di nava 24 seatên dawî de li vê herême gundên bi navê Frêhan, Hêmira Kurda, Hemira Ereba, Boxa ya Mezin, Boxa ya Biçuk, Rafî, Sikêrat, Im Hiwêş, Nihit, Ebu Zihur, Bedrîa, Ebu Xireze, Xirbet Ebid, Xirbê Elwe, Curîl Xet, Gundê, Cihişa, Seddê, Faris, Eribet Ecil a Mezin, Eribet Ecil a Biçuk û Mebdece ji çeteyan paqij kirin.

Hêzên me gihîştin milê rojhilatê bajara Girê Spî û li vir di navbera hêzên me û komên çeteyan de a niha şerên dijwar diqewimin. Dîsa hêzên me yên ku ji bo giredana çeteyên li Til Ebyadê bi Reqa re qut bikin ketine nava tevgerê û 4 km nêzî rêya Til Ebyad-Reqayê bûne.Di operasyonên 24 seatên dawî de bi dehan çete hatine kuştin û hejmarekî zêde çete jî hatine birîndarkirin.

Di van operasyonan de heta niha rêhevalekê me ku pêl mayina çeteyan kir gihîştiye şehadetê.Hîn derdor û dezgehên çapemeniyê agahiyên derew û dûrî rastiyê yê wekî, di tevgera me de mirovên medenî zirar dibîne belav dikin. Hêzên me ji ber ku baş dizane çeteyên DAIŞ’ê hemwelatiyan wekî mertalên zindî bikar tîne, bi hîşyariyekî awarte tevdigerin. Heta niha di hemleya me de tiliya yek hemwelatiyekî jî xwîn nebûye.”(diha)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Güncel Haberleri