Li gorî medyaya Iraqê, fermandeyê operasyonên milîsên şîe yên Iraqê Hesen El Sarî ragihand ku di operasyona artêşa Iraqê û milîsên şîe de li rojavayê bajarê Samerrayê, 90 çekdarên DAIŞê hatine girtin û komek çekdar jî hatine kuştin.
Wezareta Parastina Iraqê jî eşkere kir ku li bajarê Mûsilê komek çekdarên DAIŞê ji wê rêxistinê veqetiyane û reviyane Sûriyê.
Li gorî agahiyên wê wezareta iraqî, 23 kes ji wan çekdarên ku reviyane, dîsa ji aliyê DAIŞê ve hatine girtin û hatine komkujkirin.
Li aliyekî din, fermandeyê Polîsê Iraqê ragihandiye, li başûrê bajarê Tikrîtê yê Iraqê jî 11 xwekujên DAIŞê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine kuştin.