Bajarê dîrokî yê Tedmurê, ku wek Palmîra jî tê binavkirin, piştî salekê, ji aliyê hêzên Sûriyê, milîsên Hizbullaha Libnanê û bi alîkariya balafirên Rûsya ji destê DAIŞê hat derxistin.
Saziya Çavdêra Mafên Mirov li Sûriyê, ku navenda wê li Brîtanya ye, ragihand, piştî şerekî giran û mezin, artêşa Sûriyê bajarê Tedmurê, ku meha Gulana par ketibû destê DAIŞê, bi temamî azad kir.
Li gorî agahiyên wê saziya Sûrî, di şerê Tedmurê de zêdetirî 400 çekdarên DAIŞê û 180 leşkerên Sûrî hatin kuştin.
Çekdarên DAIŞê beşek mezin ji bajarê dîrokî yê Tedmurê teqandibûn û gellek tiştên kevnar ên bajêr jî şikandibûn yan jî firotibûn.
Li gorî agahiyan, çekdarên DAIŞê yên ji şerê Tedmurê filitîne, berê xwe dane Reqa û Dêrezorê.