Li gorî zanyariyên xwecihî û ragihandina Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) artêşa Tirkiyê li ser sînorên çend gundên ser bi bajarê Serê Kaniyê tevgereke ne asayî dikin.
Hat gotin Hêzên Artêşa Tirk li herêma sînor a girêdayî navçeya Serêkaniyê ya Rihayê ku dikeve beramberî gundên Elok, Til Helef û Hey Elxerabe tevdigire.
Her li gorî ragihandina PYD ev tevgera artêşa Tirkiyê ji bo bicihkirina çekdarên DAIŞê ye li wan deveran.