"Ava sûsê" gula sifrê

Ava sûsê ya ku di mehên havînê de ji bo ku hênik bibin tê çêkirin di meha Remezanê de jî ji ser sifreya nayê xarê.

ŞANLIURFA  - Ava sûsê ya ku di mehên havînê de ji bo ku hênik bibin tê çêkirin di meha Remezanê de jî ji ser sifreya nayê xarê.

Ava sûsê di germahiya Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê de ji hêla welatiyan ve ji bo hinêkbûnê tê vexwarin û wer tê bawerkirin ku ji nexweşiyan re jî dibe şifa. Di van salên dawiyê de Remezan jî di mehên germ de ye ji ber vê yekê vexwarina ava sûsê hê jî zêde bû. Welatî ji bo ku ava sûsê bikirin li pêşiya Ebdillah Culhayê ku ev 51 sal e li kolana Sarayonuyê ava sûsê çêdike û difroşe dikevin dorê û rêzên dirêj derdikevin holê.

Culha di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ava sûsê bi navê Rihayê re bûye yek. Culha destnîşan kir ku Remezan ji bo wan firsendeke girîng e û di rojên din de 750 lîtreyî difroşe lê di Remezanê de di rojê de 3 hezar lîtreyî difroşe.(aa)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Bölge Haberleri