ÊLIH – ku ji bo aştiye bi rûmet divê Ocalan azad bu û azadiya Ocalan azadiya tevahî gelên Rojhilata Navîn e.
Kampanya imzeyan a “Ji bo aştiyê ji Ocalan re azadî" ku ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 15'ê Sibata 2014'an de ji aliyê Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) ve hatibû destpêkirin bê navber didome. Kampanya ligel hemû zext û astengiyan li herêmê tê domandin. Kampanya bi pêşengiya DOKH’ê ve tê meşandin salek li pey xwe hişt û bi hemû germahiya xwe berdewam dike.
'Heta Rêber Apo azad nebe dê kampanya bidome’
Hevseroka DBP'ê ya Êlihê Ayşe Agilgat diyar kir ku ji bo aştiyeke bi rûmet divê Ocalan azad be û anî ziman ku azadiya Ocalan azadiya tevahî Rojhilata Navîn e. Agilgat wiha got: “Heta Rêber Apo azad nebe dê kampanya berdewam bike û em ê xebatên xwe bidomînin.”
'Ocalan mîmarê aştiyê ye'
Agilgat, diyar kir ku şerê li Rojhilata Navîn û pirsgirêka gelê kurd bi "Nexşerê ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan were çareserkirin ji ber vê yekê divê Ocalan ne li Îmraliyê li Meclîsê be û got ku ev şerê qîrêj tenê bi azadî û aştiyê wê bi dawî bibe. Agilgat anî ziman ku mîmarê vê modernîteyê jî Abdullah Ocalan e û ev tişt got: "Şerê li Rojhilata Navîn û Kurdistanê ji aliyê hêzên dagirker ve tê meşandin, her kes baş dizane ku ji bo berjewendiya pergalê ye. Ger ev pirgirêk neyê çareserkirin dê di cihan û Rojhilata Navin de rê jî şer û pêvçûnên mezin re rê veke. Ji ber vê yekê jî em wek jinên aştîxwaz bi hemû dilgermiya xwe ji bo jiyaneke azad û aştiyê çî bikeve ser milê me em ê bikin."
‘Azadiya Ocalan azadiya Rojhilata Navîn e’
Hevseroka DBP’ê ya Êlihê Ayşe Agilgat têkîldarî kampanyaya îmzeyan a ku ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin diyar kir
İlk yorum yazan siz olun