Bajarê Sadam ket destê şiiyan

Tikrîta bajarê Iraqê ya ku Sadam Huseyîn lê hatibû dinyayê demeke dirêj di destê DAEŞê de ma û niha jî di bin kontrola çekdarên Haşdî Şebiyê (komên şiî) de ye.

TIKRÎT - Tikrîta ku şer û pevçûn niha lê bi dawî bûne dişibe bajarekî xerabe. Meriv ji bo bikaribe biçe bajêr ji ser çolekê re derbas dibe û di rêyên ku bin kontrola komên çekdar ên şiiyan de ne jî xelas dike û digihêje navendê.

- Qesrên Sadam di kontrola şiiyan de ne

Qesra Serokatiyê ya Sadam Huseyînê ku ji text hatibû daxistin niha di bin kontrola lîwayên Elî Ekber û Bettarê de ne. Ev avahî bi navê Sadam jî tên zanîn û ji ber şer û pevçûnan tu îhtişama berê ya qesrê nemaye û DAEŞ wek berpirsyarê texrîbê tê nîşandan.

DAEŞ dema operasyon li ser wan hat kirin beriya bajêr biterikînin li gelek deran mayin bi cih kirin û agir berî qesr, avahî û xaniyan da. Rojnamegerên ku dixwazin bikevin bajêr ji bi talûkeya mayinan ve rû bi rû ne. Rêxistinê avahiya Walîtiya Tikrîtê di serî de agir berî Nexweşxaneya Dewletê ya Tikrîtê, Daîreya Ceyranbelavkirinê û gelek saziyên din daye.Piraniya bajarê Tikrîtê niha di bin kontrola Haşdî Şebiyê de ye lê ji ber şer ji şêniyên bajêr tu kes xuya nake. Ji bo vê sedemê jî du îdia hene, hin kes dibêjin beriya operasyonê DAEŞê pere da şêniyên bajêr û ji wan xwest ku bila bajêr biterikînin. Îdiaya din jî ew e ku xelkê sunî ji ber tirsa êrîşa şiiyan bajêr terikandin.(aa)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Güncel Haberleri