Li heremên Dostkî û Oremar ên navçeya Geverê ya Colemêrgê ji aliyê bazirganên daran ve tê talankirin. Qadên bi salne ji ber operasyonên leşkeran hatin şewitandin û taxrîpkirin ji aliyê hin kesan ve tê talankirin. Li Ştazin bi sedan darên guzan hatin birîn û darên hatin birîn 50 metre dûrî Qereqola Şitazin in. Tê gotin kesên ji Kayserî, Bedlîs û Enqere hatin darên guzan dibirin û ji her darê re 500 û hezar TL. pere didin. Li gundê Bêsitkê li hemberî Qereqola Têlane bi tonan darên guzê hatin birîn û li nava gund hatin komkirin. Tê gotin ku bazirganên daran rastî tu astengiyan nayên û ev yêk jî perçeyek polîtîkayên qadê bêdar bikin e.
Hinceta ji bo darbirînê peydakirin!
Darên hatin birîn bi kamyonan tînin navçeyê. Ji kesên daran dibire M.B. wiha got: "Em daran ji bo hewcehiyên zivistanê dibirin. Berê li vir leşkeran dar dibirîn. Ji me re tu tişt nedigotin. Leşker, kadastro û midûriya daristanan got, 'Em dê li vê qadê darên meşe biçînin' destûrê didin me. Heke em nebirin dibêjin ev sazî dê bibirin. Heke ew dê bibirin em dê bibirin."(Diha)