"Beriya hilbijartinê em dixwazin biryarê bidin"

Hevserokê DTKê Dîcle: "Hemû hewl û xebatên me ew in ku em beriya hilbijartinê biryarê bidin û vê biryarê ragihînin hemû dinyayê."

DİYARBAKIR - Hevserokê Kongreya Civakî ya Demokratîk (KCD) Hatîp Dîcle got ku di pîrozbahiyên Newroza Diyarbekirê de hewl tê dayîn ku der barê pêvajoya çareseriyê de peyamek bê daxuyandin û wiha pê de çû: "Lê wê bigihêjê negihêjê ez wê nizanim. Li gor hevdîtinan e."

Dîcle li avahiya KCDyê bi komek parlementerên Parlementoya Herêma Kurdistana Iraqê re hevdîtin kir û pişt re pirsên rojnamegeran bersivandin.Dîcle got ku ew beriya biçin Îmraliyê, dixwazin biçin Qendîlê û wiha pê de çû: "Lewra piştî ku em ji Îmraliyê vegeriyan, em neçûbûn Qendîlê. Îhtimal e ku em ê an sibê an jî dusibe herin Qendîlê."Dîcle diyar kir ku piştî vegera ji Qendîlê heyet wê bi hikûmetê re hevdîtinê bike û wiha dewam kir:

"Piştî wê em ê bi hev re daxuyaniyê bidin û biryarên ku me dan, em ê eşkere bikin. Ji ber vê çendê der heqê hûrguliyan de em nikarin tu tiştekî bibêjin. Ev mijar beriya niha jî hatibûn eşkerekirin, loma jî emê li gor wê tevbigerin. Piştî hevdîtinan ez hêvî dikim ku di demeke kurt de daxuyaniya hevpar bê dayîn." Dîcle li ser pirsa Hevseroka Giştî ya HDPê Fîgen Yuksekdagê duh li ser mizakereyê axivî û ev axaftina wê hat serastkirin got ku tenê di mijara demê de serastkirin hat kirin û wiha pê de çû: "Ji bilî vê serastkirin çênebû. Em siyasetmedar mecbûr in ku hêviyên xwe xurt bikin. Hûn bala xwe bidinê em her tim bi awayekî erênî mijaran dinirxînin. Wezîfeya heyeta me jî ew e."

- "Beriya hilbijartinê em dixwazin biryarê bidin"

Dîcle li ser pirsa "pêvajoya çareseriyê di kîjan qonaxê de ye" jî got: "Hemû hewl û xebatên me ew in ku em beriya hilbijartinê biryarê bidin û vê biryarê ragihînin hemû dinyayê."Dîcle axaftina xwe wiha berdewam kir:

"Pêvajo ji bo vê mebestê dimeşe. Hikûmet jî hey dibêje 'em hewl didin ku beriya hilbijartinan biryarê bidin û di pêvajoyê de bigihêjin merhaleyeke girîng.' Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê divê pêşiyê makezagoneke demokratîk bê amadekirin. Di meclisê de der heqê makezagoneke demokratîk hê zemînek çênebûye. Ji ber vê yekê çareseriya pirsgirêka kurdan divê wek merhaleyan bê dîtin. Vê gavê ji bo çareseriyê hemû alî hevdîtinan didomînin. Ev pirsgirêka ya 200 salî ye, çareserkirina wê pir hêsan nîne. Vê gavê em ew qasî dikarin biaxivin." Dîcle got ku ew di hin hevdîtinên mizakereya çareseriyê de tengasiyê dikşînin, lê wezîfeya siyasetmedar û dîplomatan ew e ku wan tengasiyan bi rêya hevdîtinan hel bikin.Hevserokê KCDyê Hatîp Dîcle got ku di pîrozbahiyên Newroza Diyarbekirê de hewl tê dayîn ku der barê pêvajoya çareseriyê de peyamek bê daxuyandin û wiha pê de çû: "Lê wê bigihêjê negihêjê ez wê nizanim. Li gor hevdîtinan e."(aa)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Güncel Haberleri