ANKARA - Di çarçoveya biryarên ku di Civîna Lijneya Birêvebirinê û Biryarê ya Navenda AK Partiyê (MKYK) de hatin sitandin, di 3 Arîkariyên Serokê Giştî de guherîn çêbûn.
Civîn li Navenda AK Partiyê cara ewil di bin serokatiya Serokê Giştî û Serokwezîr Ahmet Davutoglu de civiya û piştî civînê, civîna çapemeniyê hat lidarxistin. Arîkarî Serokê Giştî yê ku ji Serokatiya Çapemeniyê û Nasandinê Berpirsyar e û Berdevkê Partiyê Huseyîn Çelîk û Arîkarê Serokwezîr ê berê Beşîr Atalay bi hev re hatin hêwana civînê û daxuyaniya hevpar a çapemeniyê dan.
Çelîk diyar kir ku Civîna 112emîn a MKYKyê di bin serokatiya Serokê Giştî û Serokwezîr Ahmet Davutoglu de hat kirin û got ku di civînê de hin peywiran de guherandin hatin kirin.
-Atalay anîn Serokatiya Çapemenî û Nasandinê
Beşîr Atalayê ku anîn peywira Serokatiya Çapemenî û Nasandinê û Berdevkiya Partiyê jî got ku ev guherîna peywirê ji bo mi jî bû surprîzek. Atalay got ku Çelîk dê di avahiya Navenda Giştî de bi Serokê Giştî re di heman qatê de wek şêwirmendê serokê giştî karê xwe berdewam bike û got ku em dê dîsa bi hev re bin, ez ji bo peywira wî ya nû jê re serkeftinê dixwazim.
-Berdevkê Hikûmetê Arinç, berdevkê AK Partiyê Atalay
Atalay got ku dê wek Berdevkê Hikûmetê Bulent Arinç Beg berdewam bike, ez dê peywira xwe wek berdevkê partiyê berdewam bikim.