Bi derfetên xwe ve mala hunerê ava kirin

Welatiyê bi navê Çetîn Işik beşek ji firoştgeha xwe ya pêlavan a li taxa Xaçorta Wanê ji bo ku hunera kurdî ya destan û dengbejî winda nebin û bidin jiyandin kir mala hunerê.

WAN – Li mala hunerê bi roj hunerên destan tên çêkirin bi şev jî dengbêj kilaman distrên.

Ji bo ku çand û hunera kurdan winda nebin welatî li gorî şert û mercên xwe derfetan ava dikin. Li taxa Xaçorta Wanê welatiyê bi navê Çetîn Işik nîvê firoştgeha xwe ya pêlavan kiriye mala hunerê. Hunera kurdî ya destan û dengbêjiyê ku tê ji bîrkirin dide jiyîn. Li mala hunerê ya ku dewlemendiya hunerê têde ji nû ve dijî, bi roj jin di dema xwe ya vala de hunerên destan ên weke xalîçe, gore, cilên kurdî çêdikin û bi şev jî dengbêj şevbihurkan li dar dixin. Behremên ji mala hunerê derdikeve, ji bo gelê Koban û Şengalê tê şandin.

Paşmakê çandî wê were parastin

Işik diyar kir ku taxa ku bi koçan hatiye holê, divê bibe qada jiyankirina xebatên hunerî. Işik anî ziman ku wî li ser xwesteka welatiyên taxê biryara avakirina mala hunerê daye û bi alîkariya gelê taxê avakiriye. Işik bal kişand ser ji bîrkirina paşmakê hunera kurdî û got: “ Divê em vî paşmakî biparêzin û bigihînin nifşê nû.” 


Mala hunerê berhema karekî hevpar e

Işik diyar kir ku gelê taxê bi kel û pelên malên xwe mala hunerê xemilandine. Kel û pelên ku dayikan di malên xwe de bi kar neanîne, ji bo avakirina mala hunerê anîne. Işik ev tişt anî ziman: “Jinên taxê di demê xwe yê vala de bi xuroşek mezin tên û li mala hunerê karê destan dikin.” Işik diyar kir ku wan ji bo alikariya gelê Koban û Şengalê yên ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê neçar mane ji warê xwe derbikevin ev kar destpêkirine. Bi taybet jin bi hezkirinek mezin vî karî dikin. Işik wiha dawî li gotinên xwe anî: “Jin bi roj tevahiya dema xwe ya vala didin karê mala hunerê û bi şev jî dengbêj di şevbihurkan de klaman dibêjin.”(Diha)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Güncel Haberleri