Binçavkirina Sarkozy

Serokomarê Fransayê yê berê Nicolas Sarkozy ji ber ku lêkolînên edlî yên veşartî binpê kir, hat binçavkirin.

PARÎS  - Parlementerên endamê Yekîtiya Tevgera Gel (UMP) a rastgirên navendê dema ku rûdanên dawîn şîrove kirin, îdiakirin ku ji bo Sarkozy "komploya siyasî" hat kirin û hikûmetê jî sûcdariya ku dibêjin li ser darazê tesîr kir, bi awayekî tund red kir.Parlementera UMPyê Valerie Debordê di daxuyaniya xwe ya ku da televîzyona BFMyê de diyar kir dema ku Sarkozy xwe ji bo vegera siyasetê amade dikir, hat binçavkirin û di berdewamiya axaftina xwe de ev îdiaya kir: "Ji ber sedemên siyasî daraz di bin bandorê de hiştin."Parlementerê UMPyê û Şaredarê Niceyê Christian Estrosi jî bal kişand ku di dîroka komarê de tu serokomar rastî miemeleyeke wihareng nehat û îdia kir ku daraz di vê lêpirsîna navborî de bêalî tevnegeriya.

Berdevkê Hikûmetê Stéphane Le Follê ku tawanbarî red kir di daxuyaniya xwe ya ku da televîzyona 'I Tele'yê de diyar kir ku wekî welatiyekî rêzê wê tu îmtiyazê nîşanî Sarkozy nedin û daraz jî her ku çi bikeve li ser milê wê dê bîne cih.Piştî hilbijartinên dawîn ên serokomariyê Sarkozy daxuyand ku wî dev ji siyasetê berda, lê ji ber krîza rêberiyê ya rastgiriya navendê dihat gotin ku Sarkozy wê careke din vegere siyasetê.(aa)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Güncel Haberleri