BİTLİS - Li Bitlisê berf barî, li navendên xweşiqitandinê bilindahiya berfê zêde bû û welatî jî çûn vir û kêfa xweşiqitandinê kirin.
Li herêmê piştî hefteyeke xweş û germ, êvarê berf barî û berf biroj jî dewam kir. Herwiha li navendên xweşiqitandinê jî bilindahiya berfê, ji bo xweşiqitandinê gihişt astekî baş. Welatiyên herêmê jî dawiya hefteyê tevî zarok û zêçên xwe çûn navendên xweşiqitandinê yên herêmê û demên bikêf derbas kirin.
Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr Yalçin Sozbîlîcî daxuyanî da rojnamegeran û wiha got:
"Ji bo welatî zivistanê li navendên xweşiqitandinê kêfa berfê û xweşiqitandinê bikin me ji payîzê heta niha xebatên xwe domand. Niha li navendê ji bo xweşiqitandinê her tişt amadeye. Li Bitlisê kêfa xweşiqitandinê cuda ye. Herwiha em li bendê ne ku ji derveyî herêmê jî bên û rojên bi ken û kêf derbas bikin."(aa)