ŞIRNEX- Li Cizîra Botan ku êrîşên tevkujiyê yên hêzên dewletê berdewam dike, duh topek ji tankên hêzên dewletê hat avêtin, li malekê ketibû û 3 zarokên di hundirê malê de birîndar bûbûn. Ji zarokên birîndar Yûsûf Akalin ê 12 salî duh bi şev li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê jiyana xwe ji dest dabû. Dotmama wî Buşra Akalin a 10 salî jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê jiyana xwe ji dest da.
Rewşa tenduristiyê ya Dîlan Akalin jî krîtîk e.(diha)
Buşra ya 10 salî jî jiyana xwe ji dest da
Li Cizîrê, ji 3 zarokên ji ber topa li mala lê bûn ket birîndar bûn, Buşra Akalin jî jiyana xwe ji dest da.