COLEMÊRG - Ji ber mayînên hatin danîn heya niha gelek kes seqet man û herî dawî bi mayîna qetiya zarokê bi navê Mîthat Îlîş ê 15 salî destên wî jê bûn. Welatiyên gund xwestin ku demildest dewlet mayînan paqij bike.
Gundê Wargeniman ê navçeya Geverê yê Colemêrgê li sînorê Tirkiye û Îranê li ber beravê çemekî hatiye avakirin û nêzî 27 mal û 300 nifusa wê heye. Piştî peymana Lozanê gelek xizim ji ber perçebûnê nivek li aliyê Îranê nivek jî li Tirkiyeyê man e. Malbatan bi salan çem derbas kirin û hev ziyaret kirin. Lê piştî li ser peymana her du dewletan û tedbîrên ewlehiyê têkiliya malbatan ji hev qut bû. Lê ligel hemû tedbîran malbat bi riyên cuda ziyaretên xwe berdewam kirin. Dewletan ji bo van ziyaretan asteng bike li ser sînor mayîn çandin û xwestin pêşiya vê yêkê bigirin. Li sînorên gund li aliyekî Îran li aliyê din leşkerên bi çekên giran dirawestin. Her sal gelek kes ji aliyê leşkerên her du dewletan ve tên birîndarkirin û kuştin. Tê gotin ku leşkerên Îranê kesên qetil dike dibin cihên nayên zanîn. Herî dawî mehek berê li nêzî gundê Pagenkê 5 penaberên Afgan ji aliyê leşkerên dewletê ve hatin qetilkirin û tu agahî ji wan nayê girtin.(diha)