Xeyas Sorcî rêveberê navenda ragihandina rêxistinên Nînewa ya Yekîtiya Niştimanî Kurdistan ji PUKmedia re eşkere kir: çekdarên rêxistina tîrorîst piştî topbaranên tund ji aliyê balafirên hevpeymana navdewletî li ser bargehên serbazî ji gundên navçeya Mexmûr tevî kel û pel û alavên xwe vedikşin û ber bi qezaya Şirqat ve diçin.
Sorcî tekez li ser wê yekê kir ku çekdarên tîrorîst yên DAÎŞê dest bi operasiyoneke binçavkirinê li navçeya Şirqat kirin û hijmarek ji xortên wê, ber bi cihên ne diyar ve revandin.(pukmedia)