Rêxistina DAIŞê bi helkevta salvegera êrişên Elqaîdeyê di 11ê Îlona sala 2001 de gef li Amerîkayê xwar.
DAIŞê vîdeoyek belav kiriye ku û tê de gefan dixwe ku dê li dijî Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê êrişan pêk bîne û êrişên wek 11ê Îlona sala 2001an li wî welatî dubare bike ku di encama wan êriaşn de 2 hezar û 753 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.
Belavbûna wê vîdeoyê hevdem e ligel 14mîn salvegera êrişên bo ser her du tawerên bazirganiya cîhanî li New York a Amerîkayê di 11ê Îlona sala 2001an de ku ji aliyê rêxistina Elqaîdeyê ve hatibû encamdan.
Di vîdeoyê de çekdarên DAIŞê herwiha ji rayedarên Amerîkayê re dibêjin: “Em dê otomobîlên bombekirî û kesên xwekuj ji were bişînin.”
Pêştir jî û di sala 2014an de, çekdarên DAIŞê li ser tora civakî ta Twitterê gef li Washingtonê xwaribû û peyam dabû: “Em dê karesata DAIŞê bi ser Amerîkayê de bînin.”
Di wê peyama xwe ya sala 2014an de, çekdarên DAIŞê gef xwaribûn ku eger Amerîka êrişa leşkerî bike ser Iraqê, ew dê hewl bidin êrişên wek 11ê Îlona 2001 li dijî wî welatî pêk bînin.