EFRÎN - Welatiyê bi navê S.M. ê ji gundê Til Şeîrê ya bi ser Şehbayê dema ku qala zilma DAIŞ'ê kir anî ziman ku di bin navê "zewaca cihadê" de çeteyan tecawizî bi sedan jinan kirine û li ber çavên hemû kesan kurê jineke jî bi dayikê dane xeniqandin.
Li herêma 110 kîlometre ya di navbera Efrîn û Kobanê de çeteyên DAIŞ, El-Nusra, Ahrar-u Şam û çeteyên din zilma xwe ya li dijî gel didomînin. Welatiyên ku ji Çobanbey, Extarîn, Soran û Şehbayê ji ber dagirkerî û zilma çeteyên DAIŞ'ê xwe spartina Kantona Efrînê ya Rojava tiştên ku jiyane ji DÎHA'yê re vegotin. Welatiyên ku anîn ziman ji gundên Til Battal û Til Şeîr ên bi ser Şehbayê hatine diyar kirin ku DAIŞ'ê hemû tişt^ne wan destser kiriye û malên wan jî kirine cihên mewziyên leşkerî.
'Ji bo me serjê nekin em reviyan'
Welatiyê bi navê A.D. (48) ê ji Til Battal a bi ser Şehbayê ye anî ziman ku gundê wan nêzî 2 sal in di bin dagirkeriya DAIŞ'ê de ye. A.D. destnîşan kir ku dema çete hatin gundên wan êrîşî hemû kesên ku nêzî YPG an jî sempatiya wan ji bo wan heye kirin, piştre jî bêyî cudatiyê bixin yek bi yek malên welatiyan talan kirin. A.D. got uk DAIŞ'ê xwestiye gundê wan vala bike û wiha axivî: "Dema ku nû hatin serê kurapê min jêkirin. Bi wî re serê 10 kesên din jî jê kirin. Herî dawî 25 kes girtin. Me jî riyek dît û reviyan. Hemû tiştên ku dijber in tune dikin, jibilî vê yekê tiştekî nizanin."
'Tugayên MÎT'ê ji DAIŞ'ê cuda nînin'
A.D. bilêv kir ku tugayên MÎT'ê yên bi navên Sultan Murat û Fatîh Sultan Mehmet ên ji Ezazê derbasî Rojava kiriye êrîşî wan dikin û got ku wan tugayan bi hevre êrîşî gundê Hawar ê ku kurd û tirkmen bihevre dijîn kirine. A.D. ev tişt anî ziman: "Li wî gundê malên gelek tirmek û kurdan şewitandin. Ev mal û eşyayên wan desteser kirin. Dîsa li gundan ji bo dikanê vekin digotin an hûn ê 200-300 hezar pereyê Sûriyeyê bidin an jî bigirin." A.D. derbirî ku tu ferqa tugayên MÎT'ê ji DAIŞ'û tuneye.
'Di bin navê zewaca cihadê tecawizî jinan dikin'
Welatiyê bi navê S.M. ê 51 salî yê ji gundê Til Şeîrê ya Şehbayê ye jî got ku nêzî salek u nîv e di bin dagirkerira DAIŞ'ê de ne. S.M. diyar kir ku li gundê wan 10 mal hene û çete di bin navê "zeweza cihadê" de jinana bi pere dikirin û jinên ku dibin jî herî kêm rastî tecawiza 100 çeteyan tên.
S.M. derbirî ku ji ber vê yekê gelek jinan întixar kirine û ev tişt got: "Bi hezaran jinên ku di vê rewşê de de ne hene lê nikarin vebêjin. Zarokên ku tên dîlgirtin perwerdeya leşkerî didin wan. Li wê herêmê tiştên hovane tînin li serê jinan. Wisa ku li gundê me zarokekî hinekî li cem çeteyan nerehetî kir. Cîranê min jî hema wisa gote heke ez te bigirim bikujim. Li ser vê çeteyan jî got te navê xwedê girtine devê xwe ji bed vê yekê jî divê bikî. Heke tu nekî em ê serê te û yên hemû malbatê jêkin. Jinê çi kir nekarî wan qanî bike. Herî dawî li ber çavên hemû kesan bi dayikê kur dan xeniqandin."(diha)