Berxwedana Kobanê di roja 64'an de berdewam dike. Bi destpêkirina şer re zêdeyî 180 hezar welatî ax û gundê xwe vala kirin û hatin Bakurê Kurdistanê. Li ser êrîşên zêde yên erîşen DAİŞ’ê hezen YPG û YPJ’ê ji bo parastin û ewlehiyê, xwest welatî gundê xwe vala bikin. Endamên YPG û YPJ malbat şandin Rihayê û ji bo parastina Kobanê û gundên Kobanê 64 rojin şerekî dijwar dimeşînin. Li aliyê din welatiyên ku gund û malên xwe vala kirin jî naxwazin Kobanê temaşe bikin û dixwazin bi lezgîn vegerin Kobanê û warê xwe biparêzin. Malbat, bi dilê xwe ji Kobanê qut nebûn lê bes bi perspektifên YPG û YPJ’ê hatin Rihayê. Her malbatek xwedî serpêhatî û çîrokek e. Hin malbat li Riha û navçeyên Rihayê bi cih bûn û hin malbat jî li bajarên Kurdistanê bi cih bûn. Malbata Abdî ya ji gundê Minaza Kobanê, piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê zêde bûn, li ser israra YPG û YPJ’ê ji bo ewlehevîyê hatin Pirsûsê. Malbata Abdî her çend nexwestin Kobanê terk bikin jî li ser israra YPG/J'ê piştî Pirsûsê ji vir jî hatin Wanê. Malbata Abdî ku ji 23 kesan pêk tê, li Wanê di xanîyekî du ode de bi cih bûn. Xelîl Abdî yê 70 salî der barê serpêhatiyên xwe de axivî û diyar kir ku ew hêj koçbûna xwe qebûl nakin. Xelîl Abdî, anî ziman ku ew dê teqez vegerin Kobanê û wiha got: "Hêzên YPG/YPJ’ê ez bi zorê şandim Bakur." Abdî anî ziman ku dema şer dest pêkir, aliyê hezên YPG û YPJ’e ji bo ewlehiyê şandin Pirsûsê. Abdi, da zanîn ku peşî hatin Pirsûsê û piştre derbasî taxa Îstasyonê ya Wanê bûn. Xelîl Abdî bi hevjina xwe Xanim Bozan, keça xwe Fûziye, kurê xwe Îbrahîm, 3 bûk û 16’ê newiye xwe di xanîyeki du ode de bi cih bûn. Abdî, dema şer dijwar bû.(Diha)
Daxwaza wan tenê vegera Kobana Rengîn e
Malbata Abdî Xelîl ku piştî êrîşên DAIŞ'ê li dijî welatiyên Kobanê zêde bûn, ji gundê Minazê yê Kobanê hatin Wanê, di nava şertên dijwar de dijîn û dixwazin vegerin Kobana Rengîn.
İlk yorum yazan siz olun