Derdê wan ne cam e can e!

Polîsan 5 roj berê li Taxa Xaçortê ya Wanê bombeya gazê avêt cama malbata Koçak û çama wan şikand.

WAN -  Ji ber derfetê malbata Kocak tune, li şûna camê paça xwe bi kartonê pêçan. Lê dîsa nikarin xwe ji bombeyên gazê rizgar bikin û mala xwe terk kirin. Ji malbata Koçak Basra Koçak, anî ziman ku perçeyeki camekê ji ciwanên wan ne bi qîmetir e." 


Polîs li Taxa Xaçortê ya Wanê nêzî 2 mehin her roj bi awayekî keyfî bi bombeyên gazê êrîşî welatiyan dike û ketober bombeyên gazê davêje nava taxê. Welatî êdî nikarin ji malên xwe derkevin. 5 roj berê dîsa polîsan bombeyên gazê avêt nava taxê û cama paceya malbata Kocak hat şikandin. Ji malbata Kocak Basra Kaçak, diyar kir ku piştî polîsan cama wan şikand, dema polîs bombeyên gazê davêjin taxê, gaz dikeve malê. Kocak, anî ziman ku her çend paçe bi kartonan pêçabin jî dîsa gaza bombeyan dikeve hundir û nikarin li malê bijîn. Basra Koçak, anî ziman ku ji ber derfetên wan tune nikain cama xwe çêkin û diçin mala cîranan dimînin. Kocak, anî ziman ku cam ji ciwanên wan ne hêjatir e." 

Dema gaz kartonê derbas dike û diçe hundir diçin mala cîranan

Dayika 5 zarokan Basra Koçak, anî ziman ku polîs li ser taxê terorê dimeşîne û her roj bombeyên gazê davêje nava taxê. Basra anî ziman ku dema polîs bombeyên gazê davê taxê, gaz kartonê derbas dike û diçe hundir. Basra, destnîşan kir ku ji ber gazên bombeyê nikarin li malê rûnên û dema gaz dikeve hundir neçarin biçim mala cîranan. Koçak, anî ziman ku bi rojan in di bin bombeyên gazê de dijîn û wiha got: "Ji ber rewşa me ya maddî nebaş e em nikarin cama paçeya xwe nû bikin. Em nizanin çi bikin û ci nekin. Heta êvarî behna gazê dikeve mîda zarokên me. Erdogan zilmê li zarokên me dike. Dê zarokên me rojekê ji ber gazê jahrînî bibin û jiyana xwe ji dest bidin. "(diha) 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Güncel Haberleri