AMED - Di civînê de hat ragihandin ku bendewariyên gelê bajêr û herêmê ji Amedê zêde ne û di bersivdayîna van bendewariyan de wezîfeyên girîng dikevin ser milê Konseya Bajêr. Di encama pêşniyaran de derbasî pergala hevserokatiyê bûn, Gultan Kişanak û Firat Anli wek hevserok hatin hilbijartin.
27. Civîna Asayî ya Konseya Bajêr a Amedê, îro li Salona Resepsiyonê ya Tîgrîs a Kampûsa Sumerbankê ya Şaredariya Bajarê Mezin hat lidarxistin.
Ji bo hilbijartina Serokê Konseya Bajêr û endamên Desteya Rêveberiyê, Hevşaredar Gultan Kişanak û Firat Anli, Alîkarê Walî Mîmar Sînan Batmaz û nûnerên nêzî 250 pêkhateyan amade bûn. Civîn bi hilbijartina dîwanê destpê kir. Axaftina yekemîn ji aliyê Alîkarê Walî Mîmar Sînan Batmaz ve hat kirin. Batmaz got ku komsey aqlê Amedê ye û wiha got: "Ji bo bajarekî çiqas kes fikra xwe bêje wê kar evqasî di cihê xwe de bin.”Paşê Firat Anli ku dest bi axaftinê kir ji ber eleqeya zêde ya beşdaran kêfzweşiya xwe anî ziman û wiha axivî: "Eleqe û coşa vê salonê ji bo destpêkeke baş gaveke girîng e. tê vê wateyê ku pêwîstiya me û bajêr bi kombûneke wiha hebû. Ev demeke dirêj bû em nehatibûn gel hev. Divê rêxistinên civaka sivîl û pêkhateyên cuda li ser navê bajêr gotinekê bikin.”
Anli diyar kir ku di vê çarçoveyê de konseya bajêr cihekî girîng e, ji roja hatiye avakirin xebatên bi bandor kirine û çareserî afirandiye û wiha got:" Eger em bi biryardarî, moralekî nû û tevlîbûneke nû derbasî vê pêvajoyê bibin, em ê hemû di asteke jor de feydeyê bibîbin. Dema em tevlî van xebatan dibin divê em xwe mecbûr hîs nekin.”Piştî axaftinan li ser pêşniyar û erêkirina kongreyê, di Konseya Bajêr de derbasî sîstema hevserokatiyê bûn û ji bo hevserokatiyê Firat Anli û Gultan Kişanak hatin hilbijartin.(Diha)