HELEB -Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê (RMMS) daxuyand ku hêzên Esed ji hewayê û bejayê li hember kesên dijî rêvebiriyê operasyon kirin. Di operasyonan de li Helebê 29, li Hamayê 27, li Şamê 12, li Derayê 11, li Îdlibê 11, li Humusê 8, li Deyruz Zorê 4, li Quneytrayê 2 û li Tartusê kesek bi tevahî 125 kes mirin.
Ji hêla din hat gotin ku balafirên şer ên artêşa Sûriyeyê ji hewayê êrîşî herêma Etariba Helebê kirin û di êrîşê de 20 kes mirin.Hat îdiakirin ku Artêşa Sûriyeyê ya Azad li Îdlibê li herêma Wadî Dayfê êrîşî cihê leşkeran kir û di êrîşê de gelek leşkerên rejimê mirin.
Ji hêla din ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê SANAyê jî daxuyand ku hêzên ewlekariyê li hember hêzên biçek operasyon kirine û di operasyonan de gelek kes hatine kuştin û wesayîtên wan jî hatine îmhakirin.(aa)