BEXDA - Caferî li avahiya Wezareta Karên Derve ya li Bexdayê civîna çapemeniyê li dar xist û got: "Iraq hewceyê leşkeran nîne, hewcehiya Iraqê bi çekan heye. Me nexwest ku leşker bên û li axa me şer bikin, ne jî me xwest ku baregeheke leşkerî bê avakirin."Cefarî got ku Îrana ku tevî koalîsyona bi serkêşiya DYAyê de nebû, piştgiriyê dide Iraqê û Çînê jî sozekî manendî wê da me.
Caferî bal kişand ku piştî hikûmeta Heyder el-Îbadî hat avakirin têkiliyên siyasî yên di navbera Iraq û welatên cîhanê de zêde bû û axaftina xwe wiha berdewam ki: "Ji Erebistana Siûdî bigire heta Fransa û DYAyê welatên ditirsin ku êrîşên terorê yên ku El-Qaîdeyê di 11ê Îlona 2001an de bir li ser DYAyê bên dubarekirin û gotin ku em ê we tenê nehêlin."(aa)