ENQERE - Serokê Giştî yê Egîtim Sen'ê Kamuran Karaca anî ziman ku bi taybetî jî bi talîmata walîtiyan dibistan ji aliyê personelên leşker û polîsan ve tên bikaranîn û da zanîn ku piştî dibistan bên vekirin mamoste û xebatkarên tendûristiyê jî rewşa wan a destûr, tayîn û îstifa jî bê rojevê.
Piştî ku AKP li Kurdistanê şer da destpêkirin gelek sivîl jiyana xwe ji dest dan û ev şer bandorê li ser hemû qadên jiyanê dike. Li Gimgim, Farqîn, Cizîr, Silopî û Geverê ku êrîşên polîsan pêk hatin, kedkarên tendûristî û nexweşxane jî hedef hatin girtin. Ji ber tiştên ku tên jiyîn gelek kedkarên tendûristiyê jî îstafa kirin, xwestin derkevin destûra salane û tayina xwe xwestin. Van geşedanan xizmeta tendûristiyê anî rewşa sekinandinê. Her wiha bandorê li ser serdema perwerdehiyê ya nû jî dike.
Serokê Egîtim Sen'ê Kamûran Karaca ku rewşê nirxand balê kişand ser şer û tundiyê û wiha got: "Di rewşek bi vî rengê de dayina perwerde û çûyîna xwendekar û mamosteyan jî ya dibistanê dê bi pirsgirêk be."
'Li cihê ku pevçûn pêk tên vebûna dibistanan ne gengaz e
Karaca anî ziman ku sedema taloqkirina vekirina dibistanan a ji aliyê Wezareta Perwerdê ya Neteweyî şerê ku tê meşandin e û wiha dom kir: "Mixabin li navendên ku şer pêk tên ne gengaze ku dibistan bên vekirin, perwerde bên dayîn. Wekî saziyên dewletê yên din dibistan bi talîmata walîtiyan ji aliyê personelên leşkerî û polîsan ve tên bikaranîn. Dema di aliyê ewlehiyê de mirov berê xwe didê mirov dibîne ku şert û mercên perwerdehiyê ji holê hatiye rakirin."
Ger pevçûn berdewam bikin dê îstifa jî bên rojevê
Karaca destnîşan kir ku di rewşa ku pevçûn berdewam dikin de bi vekirina dibistanan dê îstifayên mamoste û xebatkarên tendûristiyê jî bên rojevê û wiha bi dawî kir: "Divê mafê perwerdehiyê ya xwendekaran neyê astengkirin. Ev berpirsiyarî yê hikûmetê ye. Wekî parçeyek daxwazên demokrasiyê ev yek derket pêşiya me. Divê pêvajoya çareseriyê û aştiyê ji nû ve bê nirxandin. Divê demildest dawî li rewşa pevçûnê bê dayîn. Em carek din bang li berpirsiyaran dikin ku pêwira xwe bînin cih."
(diha)