Êşkenceyên rejima Beasê di vê muzeyê de tên nîşandan

Li Silêmaniyeya Iraqê "Muzeya Neteweyî ya Ewlehiya Sor" êşkenceyên ku di dema rejima Beasê de li mirovan hatine kirin nîşan dide

 Di muzeyê de amûrên wek wêne, seet, cil û berg û hwd. ên kesên ku êşkence dîtine tên nîşandan. Bi taybetî jî hucreyên ku tê de êşkence hatine kirin balê dikşînin.

SILÊMANIYE  - Li Silêmaniyeya Iraqê "Muzeya Neteweyî ya Ewlehiya Sor" êşkenceyên ku di dema rejima Beasê de li mirovan hatine kirin nîşan dide. Di muzeyê de amûrên wek wêne, seet, cil û berg û hwd. ên kesên ku êşkence dîtine tên nîşandan. Bi taybetî jî hucreyên ku tê de êşkence hatine kirin balê dikşînin.

Li gor agahiyan rejima Beasê di 1979an de biryar da ku li hemû bajaran "navendên ewlehiyê" ava bike. Planên mîmariya van navnedan jî bi destê Endezyarên Almanyaya Rojhilatê hatin çêkirin. Di vê çarçoveyê de li Silêmaniyeyê jî avakirina navenda ewlehiyê dest pê kir. Di serî de gotin avahî ji bo fakulteya ziraetê tê çêkirin. Piştî ku avahî di 1985an de hat temamkirin, ji bo girtiyên siyasî wek girtîgeh hat emilandin. Dema ku hat çêkirin ji ber ku dîwarên avahiyê sor bûn ev nav lê kirin û 6 salan di avahiyê de êşkence hat kirin. Avahî paşê bi destê Herêma Kurdistana Iraqê bû mûze.

Midûrê Muzeya Neteweyî ya Ewlehiya Sor Ako Garîp der barê rewş û dîroka muzeyê de daxuyanî da destnîşan kir ku rejima Beasê avahiyê wek navneda êşkenceyê emilandin.Garîp got ku di avahiyê de ciyên êşkenceyê û ji bo mêr, jin û zarokan jî hucre hene û wiha dewam kir: "Avahiya ku bi salan wek ciyê êşkenceyê hat emilandin, di 7ê Adara 1991an de ket destê pêşmergeyan û girtiyên siyasî serbest hatin berdan." Garîp destnîşan kir ku kurdên ji Kerkûkê revîn jî heta 1995an avahiyê wek sitargeh bikaranîn û got ku di sala 1997an de jî bû muzeyeke neteweyî.

Garîp destnîşan kir ku di muzeyê de amûrên wek wêne, seet, cil û berg û hwd. ên kesên ku êşkence dîtine tên nîşandan.Garîp got ku di muzeyê de wêneyên kesên ku ji ber tundiya rejima Beasê xwe sipartin Tirkiye û Îranê tên nîşandan û wiha dewam kir: "Ji bo Yilmaz Guneyê ku li bal kurdan girîng e salona sînameyaê û peykerekî bronz hatiye çêkirin."Garîp destnîşan kir ku di hewşa muzeyê de top, tank û çekên giran wek roja ewil li ciyê xwe ne û wiha got: "Beşa ji bo pêşmergeyên ku li dijî rejima Beasê şer kirin û mirin eleqeyeke mezin dibîne."Dr. Kamuran Qeredaxiyê ku di navenda ewlehiyê de wek girtiyê siyasî maye qala êşkenceyê wê demê kir û got ku di 5ê Gulana 1990an de ez birim navendê û wiha dewam kir: "Destûr nedin ez biaxivim û birin odeya êşkenceyê. Ceyranê dan canê min û ev êşkence 26 rojan dewam kir. Di hucreyekê de 6 meh mam. Di 7ê Adara 1991an de gel dîwarên hucreyan hilweşandin û girtiyan derxistin. Paşê haya min jê çêbû ku li Kurdistanê serhildan dest pê kiriye û Silêmaniye ji destê Beasê hatiye xilaskirin."Li Silêmaniyeyê muze ji hêla tûrîstên xwemalî û biyanî ve eleqeyeke mezin dibîne.(aa)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Güncel Haberleri