Gelo DAİŞ şer li Akçakaleyê rêvedibe?

Girê Spî ya di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de ji aliyê şervanên YPG/YPJ'ê û hêzên Burkan El Firat ve hatiye dorpêçkirin û xeta jiyanê ya çeteyên DAIŞ'ê tenê

RIHA -sînorê Akçakale yê Tirkiyeyê ye. Hat gotin ku çeteyên DAIŞ'ê yên bajar winda dikin derberî aliyê Akçakale yê Tirkiyeyê dibin û bi taybet şerê li eniya rojhilatê bajar rêve dibin.

Şervanên YPG/YPJ'ê û hêzên Burkan El Firat bi hemwext li hemberî Girê Spî hamle dan dest pêkirin û bajar ji sê aliyan ve dorpêç kirin. Hêzên azadiyê gav bi gav ber gi Girê Spî ve diçin. Şervanên YPG/YPJ'ê li rojhilatê bajar bi operasyonên li dar dixin li rojhilatê bajar şer dikin. Pevçûnên bi çekên sivik pêk tê dide xuyakirin ku hêzên YPG û YPJ'ê çiqas nêzî bajar bûne.

Çeteyên DAIŞ'ê yên bi sê aliyan de hatin dorpêçkirin bi piştgiriya Tirkiyeyê xwe li ser Deriyê Sînor ê Akçakaleyê didin jiyîn. Piştî çeteyên DAIŞ'ê hêdî hêdî têk diçin derbasî li ser axa Tirkiyeyê bûn û li aliyê Akçakaleyê şerê li hemberî hêzên YPG û YPJ'ê rêve dibin û agahiyên vê yêkê hatin bidestxistin.

Bi wesayîtên luks hatin herêmê

Di dîmenên ji aliyê DÎHA'yê ve hatin qeydkirin li nokteya li ber sînor a li taxa Îlle ya rojhilatê Akçakaleyê ya hemû eniya rojhilat û deriyê sînor dibîne 4-5 wesayîtên plaqeya wan a Suriyeyê û luks hatin herêmê û ji wesayîtan kesên rûyê wan dijê jê hatin xwarê û li beraqeyekê hatin bicihkirin.

Bi leşkerên tirk re hevdîtinê dikin

Leşkerên tirk li taxa Îlle destûrê nadin welatiyên ji Girê Spî tên derbarsî Tirkiyeyê bibin û lê leşker hatin ber beraqeyê û demekê bi heman kesan re hevdîtin kirin û ev hevdîtin bi objektîfan wisa hatin qeydkirin. Nîştecihên navçeyê gotin ew kes endamên çeteyên DAIŞ'ê ne û pevçûnên li eniya rojhilat li vê heremê rêve dibin.(diha)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Güncel Haberleri