Wezîrê Karên Naxweyî yê Tirkiyê Efkan Ala di civîna budçeyê ya Lijneya Giştî Parlamentoya Tirkiyê de pirsên parlamenteran bersivand.
Efkan Ala anî ziman Tikiye 35 sal in li hemeberî PKKê têdikoşe û got, PKKê dê çekan binax bike û Tirkiyê jî dê pirsê li gorî xwe çareser bike û wiha domand:
“Demokrasî û aboriya me dê pêş bikeve. Derbarê vê mijdarê de ti guman nîne. Ma ne 8ê Gulana 2013an vekişandinê dest pê kir? Kengî rawesta? Dema bûyerên Geziyê dest pê kir vekişandin rawesta.”(rudaw)