'Gladyoya girtîgehê li ser kar e'

Serokê TUYAD-DER'a Wanê Ahmet Aygun li girtiyên di girtîgehên Deryaya Reş û Kurdistanê de hevdîtin kir

WAN - û diyar kir ku li gorî 7-8 meh berê bin pêkirinên mafên mirovan û pêkanînên keyfî li girtîgeha zêdebûne. Aygun anî ziman ku girtiyên nexweş jî bi awayekî rêk û pêk nayên dermankirin û di bin bangê Wezareta Dadê de rêxistinekî weke gladyoyê heye û binpêkirin bi destê vê rêxistinê pêk tê.


Binpêkirinên mafên mirovan û pêkanînên keyfî yên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê berdewam dikin. Serokê TUYAD-DER'a Wanê Ahmet Aygun têkildarî binpêkirinên mafên mirovan ên pêk tên bi girtiyên li girtîgehên Deryaya Reş û Kurdistanê re hevdîtin kir. Aygun diyar kir ku li girtîgehan girtiyên nexweş nayên dermankirin, cezayên hucreyan didin girtiyan, girtiyên serbest bên berdfan nayên berdan, hin qanalên TV'iyan bi keyfî tên girtin û pirtûkên bandrol nadin girtin. Aygun anî ziman ku gelek binpêkirinên mafên mirovan û pêkanînên keyfî yên wisan tên jiyîn. Aygun da zanîn ku di meha sibat û nîsanê de bi girtiyên li girtîgehên Tokat, Samsun, Vezîrkopru, Giresun, Ordu, Rîze, Trabzon û Wanê dimînin re hevdîtin kirin.

Aygun bilêv kir ku binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan pêk tên û ji bo sererastkirina wan hevdîtin kirin didomîn û bi taybet girtiyên nexweş nayên sewqkirin û dermankirina wan nayê kirin. Aygun destnîşan kir ku girtî bi taybet dema ji bo dermankirina diran diçin nexweşxaneyan bi kelepçeyî tên dermankirin lê ji ber girtî vê yêkê qebûl nakirin dermankirina wan nayê kirin. Aygun diyar kir ku li girtîgehan hewil didin girtiyan dibin zextan de digirin.

'Fêdeya tirsê tuneye'

Aygun anî ziman ku rayedar li hemberî girtiyan hiqûqa dijminahiyê pêk tînin û wiha got: "Li girtîgehan hiqûqa dijminahiyê tê bikaranîn. Êdî fêdeya tisê tuneye. Dixwazin hevalên me bitepisînin lê ev yêkê sernakev." Aygun da zanîn ku rayedarên girtîgehan amûrên ragihandinê asteng dikin, pirtûkên serbest bi awayekî kefyî asteng dike û wiha axivî: "Dixwazin hevalên me jî cîhanê re îzole bikin. Lê hevalên me her cihê lê her tişt afirandin. Ya dixwazin bikin tecrdî de."(diha)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Güncel Haberleri