Balafirên şer ên koalîsyonê, ku Amerîka pêşengiya wan dike, li Tel Ebyada navçeya Rakkaya Sûriyeyê hedefên DÎŞIyê bombebaran kirin.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên herêmê stend, balafirên koalîsyonê êrîşî 2 hedefên li Tel Ebyadê kirin. Hat gotin ku cihê ku êrîş lê hat kirin herêma rafîneriyên neftê ye.
Piştî êrîşê êrîşê mij û dûman li ser Tel Ebyadê rabû, dengê teqînan ji navçeya Akçakaleya li ber sînorê Sûriyeyê hat bihîstin.(aa)