Hemû rêyên diçin Weregozê girtî ne

Operasyona leşkerî ya li herêmên Berdereş û Oremarê hatiye destpêkirin berdewam dike û herêm dem bi dem bi balafirên şer, tank, obus û hawanan tê bombebarankirin

COLEMÊRG - Ji ber bombebaranê agahî ji rewşa mertalên zindî nayê girtin û leşkeran bi tankan rê girtine û li ser rêyan xendek kolandine.



Di çarçoveya operasyonê de ji hêla Qereqola Rehmo û Qereqola Kamişli ya gundê Sinavayê li ser rê ye û qereqolên derdorê herêmên Geliyê Doskî, Şitazin, Çelareşkê, Weregoz û Kepîrê dem bi dem bi obus, top û hawanan tên bombebarankirin. Her wiha helîkopterên skorsky jî herêma Çelareşkê bombebaran dikin û li herêmê pevçûnên dijwar rû didin. Her çiqasî hewl didin têkevin qada Geliyê Doskî yê li herêma Çelareşkê, gerîlayên HPG'ê bi çekên giran bersivê didin leşkeran û leşker paşve direvin. Ji ber bombebaranê li gelek deverên herêmê şewat derket û gelek ajalên wekî sîmûre, hirç, kevroşk, kosî hwd. zirar dîtin. Di nava rojê de bênavber gelek wesayîtên zirxî yên wekî kîrpî, altar û tank ber bi herêmê ve şandin. 

Balafirên şer herêma Weregozê bombebaran kirin

Li herêmê tevahiya rojê tevgera Heronan berdewam kir û piştî nîvro seat di 14.53'an de balafirên şer herêma ku welatiyên sivîl lê dijîn bomberbaran kirin. Balafiran di serî de herêma Weregozê ya ku mertalên zindî lê ne û qadên wekî Geliyê Sorink, Bêbote û Havrê bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de li gelek deveran şewat derket. Piştî bombebarna balafirên şer, ji qereqolên derdorê qadên Geliyê Doskî, Çelareşkê, derdora gundê Gulordê, seranserê rêya sêgoşeya herêma Weregozê û Oremarê bi obus û topan hat bombebarankirin.


Ji ber operayonê têkiliya herêma Weregozê re bi gundên Oremar, Şitazin, Xelkan, Haciyan, Mêrgan, Şirangel, Xaniyê Xecêû Memişê qut bû. Rêya tekane ya aslfalt ku di gundê Sinavayê de derbas dibe ji hêla leşkerên Qereqola Kamişli ya gund ve bi tankan hati birîn. Çûna gundan nava rojê de di bin kontrola leşkeran de pêk tê û di seatên êvarê de leşkerên ji herêma Berdereşê hatin li ser rê 2 xendek kolandin. Bi vî awayî têkiliya 9 gundan qur kirin.

Mertalên zindî jî çalakiya dewrî koma nû kirin û dema ji herêmê veqetiyan li xendekên ku leşkeran kolandibûn asê man. Li ser vê yekê welatiyan bi bêr û kulingan li ser çem rê çêkirin û ji wir gihîştin rêya alternatîf. Welatî jis er wê rêyê xwe gihandin navçeyê. Şevê din seat di 21.00'an de li ser navçeya tevgera helîkopteran dest pê kir.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Güncel Haberleri