Ji kapsulên gazê heqê dondirme derdixin

Li Wanê polîs her şev bi ser Taxa Xaçortê de digire û taxê di bin bombeyên gazê de dihêle.

WAN -  Kapsulên gazê yên ku ji polîsan dimînin ji zarokan re dibe çavkaniya pere. Zarokên ku kapsulên gazên mayî difiroşin bi perê ku qezenc dikin dondirme, şekir an jî benîştan distînin. 


Li taxa Xaçort a navçeya Îpekyolu ya Wanê, bûyer hebe an jî tune be polîs her şev bi saetan bombeyên gazê diteqînin û malan bê ser û ber gulebaran dikin. Bandora gaza ku tê avêtin heya şeva din jî berdewam dike. Zarokên taxê ji vê rewşa giran jî sûd werdigirin û di saetên sibê de dest bi berhevkirina kapsulên gazê dikin. Zarok, kîloya kapsulên gazê bi 30 quruşî difroşin û bi perê ku qezenc dikin ji xwe re şekir, dondirme, benîşt an jî topê dîstinin.

Birayên bi navê Erkan (4) û Ahmet Aslan (6) gotin ku her roj kapsulên gaz berhev dikin û anîn ziman ku bi perê ku qezenc dikin çi ji wan re pêwîst be ji xwe re dikirin. Her du birayên ku di ferqa terora polîsan de ne, anîn ziman ku polîs bi taybet bombeyên gazê herî zêde davêje baxçeya wan.

Welatiyê bi navê Mehmet Kurt ê ku karê xurdayê dike anî ziman ku her roj ji bo ji zarokan kapsulên gaz bikire tê taxê û her roj bi kîloyan kapsulên gazê distîne.(diha)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Güncel Haberleri