Li Amedê çalakiyên jinan a ji bo pîrozbahiya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê didomin. Piştî mitînga 8'ê Adarê ya li Qada Îstasyonê pek hat, jinên tevlî Meşa Jinên Cîhanê bûn, li Navenda Çandê ya Cegerxwîn pêşandana dansa "4 derî, 4 meqam" a ji aliyê Dansa Mezopotamya ve hatiye amedekirin temaşe kirin. Jinên ku ji 18 welatên cuda hatin bi baldarî dans temaşe kirin. Dansa ku ji aliyê Yeşîm Coşkun ve hat lîstin di nava xwe de ji gelek çandên cur be cur û gelek olan pêk tê. Dans bi mûzîkên curbe cur hat pêşandan.
Jinên ku tevlî Meşa Jinên Cîhanê bûn, wê sibe demjimêr di 09.00'an de li Sumerparkê sergiya Kursdistanê temaşe bikin û demjimêr di 10.00'an de ji dê li Daristana Bajêr şitlê daran biçînin. Di heman demê de ji bo pejirandina ketina Baxçeyên Hevsel û Surên Amedê ya UNESCO'yê jin wê fikrê xwe bînin ziman. (Diha)