Li Iraqê milyon û nîvekî zêdetir jin bî man

Seroka Rêxistina El-Emelê Hena Edward wiha got: "Li Iraqê ji sala 2003an vir ve milyon û nîvekî zêdetir jin bî, 3 milyonan zêdetir zarok jî êtîm û sêwî man."

Seroka Rêxistina El-Emelê Hena Edward daxuyand ku piştî sala 2003an a ku Amerîkayê Iraqê dorpêç kir vir ve, li welêt milyon û nîvekî zêdetir jin bî man.Rêxistina El-Emelê di qada mafên jinan de xebatan dike.

Seroka rêxistinê Hena Edward daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha axivî: "Li Iraqê ji sala 2003an vir ve operasyonên leşkerî tên kirin, çalakiyên terorîst û teqîn çêdibin. Piştî hemû van bûyeran li welêt milyon û nîvekî zêdetir jin bî, 3 milyonan zêdetir zarok jî êtîm û sêwî man."Edward daxuyand ku li Iraqê jin di meclisê de û rêvebiriya herêmî de cih digrin, lê der barê mafê mirovan de jinên ıraqî hê ne xurt in.

Edward wiha dewam kir: "Di temenê ciwan de zewac, sinetkirina jinan û hin edetên din ên ku rûmeta jinê bin pê dikin bi hiqûqê ve nayên cezakirin. Ji ber vê jî jin zehmetiyan dikşînin."(aa)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Güncel Haberleri