Li Kobanê hewcedarî bi doktorên dildar û dermanan heye

Saziyên Tenduristiyê yên Kobanê ku bûn hedefa bombeyên çeteyên DAIŞ’ê, doktor û personelên tenduristiyê yên Kobanê terk nekirin xizmetê didin bi hezaran sivîl û berxwedêran.

Berxwedana şervanên YPG û YPJ’ê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê di roja 114’an de berdewam dike. Li Kobanê xizmeta tenduristiyê ji aliyê doktor û personelên ku warê xwe terk nekirine ve pêk tê. Li Kobanê hemû nexweşxane ji aliyê çeteyan ve hatine hilweşandin an jî dagirkirin. Li bajar doktorên dildar nexweşxaneyek demborî avakirin û dermankirina sivîlan û şervanên YPG û YPJ’ê dikin. Alavên tibî û derman jî ji nexweşxaneyên rastî êrîşê hatine hatine rizgarkirin. Li bajar ji ber pevçûnan birîndar zêdene û niha hewcedariya nexweşxaneya demborî bi derman, alav û doktoran heye.


Pêvîstî bi alavên tibî heye

Yek ji doktorên dildar ji roja ewil ya êrîşê de xizmetê dide gel Radyolog Dr. Mehmet Arîf Elîf da zanîn ku ji roja êrîşan destpêkiriye xizmetê didin gel û wiha got: “Nexweşxane bûn hedefa çeteyan.Piştre me ev navend avakirin û ev jî bûn hedef. Niha me navendek din jî ava kir û ev jî piştevaniyê hat avakirin. Em di bin şert û mercên zehmet de dijîn û kêmasiyên me zêdene.”

Berxwedêrê jî xizmetê didin

Elî da zanîn ku ligel êrîşên DAIŞ’ê bi hezaran sivîlên ku bajar terk nekirine hene û ji ber êrîşê bajar zirarek mezin dîtiye. Elî wiha berdewam kir: “Ji ber van jî pirsirêkên tenduristiyê zêde bûne û hewcedarî bi alavên tenduristiyê û personelan heye. Ligel hezaran sîvîlî, em xizmetê didin şervananan jî. Ji ber vê jî hewcedariyên me zêde dibin.”Çagdaş Kaplan/Mehmet Zekî Çîçek(Diha)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Güncel Haberleri