Li gorî raporê zarok rastî hemû tacîz, tecawîz û îstîsmarê tên, di bin şert û mercên xirab de dijîn, rastî şîdeta rêveberiya girtîgehê tên. Pisporan diyar kirin ku zarok di van şertan de bêhtin tên rewşeke ku di pêşerojê de suc pêk bînin.
Heyeta ku bi pêyengiya Yekîtiya Tabîbên Tirk ve hate avakirin û di nav de pisporên nexweşiyên hundurin, pisyorên tenduristiya gel, psîkologên civakî, Nûnerê Komeleya Psîkiyatriyê ya Tirkiyeyê û kesên ji Komeleya Pisporên Tiba Edlî jî hene bi desturn çûn Girtîgeha Zarokan a Şakranê û li vir lêkolîn pêk anîn û piştre jî raporek amade kirin. Rapora hate amadekirin li Navenda Giştî ya TTB’ê bi daxuyaniyê bi raya giştî re hate parvekirin.
Endamê Konseya Navendî TTB’ê Doç. Dr. Denîz Erdogdu rapor aşkera kir û diyar kir ku ji bo pirsgirêkan tespît bikin bi zarokên girtî û rayedarên girtîgehê re hevdîtin pêk anîn kirine armanc. Erdogdu anî ziman kul i girtîgeha zarokan de yên kut emenê wan di navbera 14-21 salî ne 54 hikumxwar û 158 girtî hene.
Lêkolîna îşkence û muameleya xirab
Erdogdu da zanîn ku di hevdîtinan de agahiyên wekî gardiyan li zarokan dixin, li hin qawişan jî rastî taciza zayandî tên hatine parvekirin. Erdogdu da zanîn ku zarokan gotina ku dema wan dibin nexweşxane yan jî dadgehê bi kelepçeyan dibin û jibilî vê dema wan dibin nexweşxane û dadgehê jî tenê danekî xwarinê didin wan, dema ku zarok bi şaşitî tiştekîbikin wê demê jî wan dixin odeya bi sunger û ev yek bi rojan didome.
Cezayên dîsîplînê bi aweyeke rutîn didome
Erdogdu da zanîn ku cezayên dîsîplînê bi aweyeke kêfî tê dayîn, bêedalet û newekhev nêzîkatî heye, dema ku bi şaşitî tiştek bê şikandi vê demê jî 5 roj cezayê hucreyê li zarokan tê birîn. Erdogdu got ku li gorî agahiyên ku zarokan parve kirine, gardiyan li odeyan bi zarokan de dimînin, dema ku pêdiviya zarokan bi bijîşk hebe nikarin xwe bigihînin bijîşk û ji bo sewqa nexweşxaneyê jî bi mehan disekinin.
Li girtîgehê pirsgirêkên cidî yên ruhî hene
Erdogdu diyar kir ku di nava zarok û ciwanan de meyla întixarê, şîdet û kuştinê zêde bûye û psîkolog êdî nema karin pêşiya vê yekê bigirin, dîsa bikaranîna tiryakê jî pir zêde bûye. Erdogdu destnîşan kir kul i girtîgehê psîkiyatr tuneye û di navbera zarokan de taciza zayendî ya bi riza heye, ev yek jî bêhtir li hemberî zarokên ku zeîf û bêxwedî pêk tê, dema ku mexdur li ciheke din tê dîtin li wir rastî tacizê tê. Erdogdu anî ziman ku psîkolog û pisporên tiba edlî bi 14 zarokan re hevdîtin pêk anîne û ji bo 2 zarokan teşhîsa psîkotîk hatiye danîn û li gorî agahiyên psîkologan hejmara zarokên ku pirsgirêkên giran ên ruhî dijîn pir zêde bûye.