ŞANLIÛRFA - Li Sirûca navçeya Şanliûrfayê di navbera du malbatan de şerê çekdar derket û di şer de 10 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin li navenda navçeyê di navbera zarokên malbatên Laçîn û Toprakê de ji ber lîstikê şer derket. Di demek kurt de mezin jî tevî şer bûn û çek hatin bikaranîn. Di şer de 10 kesên ku gule bedenên wan ketin birîndar bûn. Ekîbên Serwîsa Acîl a 112yê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sirûcê.Ekîbên polêsan li herêmê ji bo ewlehiyê bergiriyên mezin girtin.(aa)