li ser zarokên çûn nan bistînin gule reşandin

Li navçeya Cizîrê, hat iddiakırın ku; polîsan li ser 3 zarokên ku çûn nan bistînin gule reşandin. Di êrîşa polîsan de 1 jê giran 3 zarok birîndar bûn.

ŞIRNEX Qedexeya kolanan a li ser gelê Cizîrê berdewam dike. 3 rojin welatiyên ku dixwazin derkevin kolanan rastî êrîşên polîs û tîmên taybet dibin. Heta niha di êrîşên polîs û tîmên taybet de li Cizîrê 6 kes hatin qetilkirin. Li aliyê din êrîşê polîs û tîmên taybet ên li ser gelê Cizîrê jî didome. Vê êvarê jî li kolana Medreseya Sor a taxa Kaleyê ya navçeya Cizîrê, polîsan li ser 3 zarokên ku çûn nan bistînin gule reşandin. Di êrîşa polîsan de 1 jê giran 3 zarok birîndar bûn. Zarokê bi navê M.B. (9), bi giranî birîndar bû û piştî wekîla HDP'ê bang li ambulansê kir, Anbulans hat û M.B rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Zarokên bi navê B. Î û yê navê wî nehat zanîn jî rakirin malbatan. Wekîla HDP'ê Sibel Yigitalp û Mahmut Togrul li gel ku bang li Ambulansê kirin jî, personelên Serwîza lezgîn diyar kirin ku ewlehiya wan tune û neçûn birîndar nebirin nexweşxaneyê.(diha)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Güncel Haberleri