Li Sêrtê nobeta aştiyê

Rêxistinên HDP û DBP'ê yên Sêrtê, li dijî şerê taybet ê hikûmeta AKP'ê, dest bi nobeta aştiyê kirin.

SÊRT Rêxistinên HDP û DBP'ê yên Sêrtê, li dijî şerê taybet ê hikûmeta AKP'ê ku li ser gelê Kurdistanê dimeşîne, dest bi nobeta aştiyê ya bi navê "Em ji bo aştiya civakî di nobetê dene. Em bi înad aştiyê dixwazin" kirin. Wekîla HDP'ê ya Sêrtê Hatice Sevim Tekin û gelek nûnerên saziyên sivîl beşdarî nobeta aştiyê bûn. Nobeta Aştiyê li Mala Gel a Mehmet Sîncar a taxa Barişê dest pê kir. 


Hevserokê HDP'ê yê Sêrtê Abdullah Çetin, diyar kir ku ji bo şerê hikûmeta AKP'ê yê li Tirkiye û Kurdistanê daye destpêkirin rawestînin dest bi çalakiya nobeta aştiyê kirine. 
Nobeta aştiyê dê sibê saet di 08.00'an de bi dawî bibe.(diha) 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Güncel Haberleri