Li Sîvasê otobêsa xwendekaran wergeriya: 50 birîndar

Li Şarkişlaya navçeya Sîvasê otobêsa ku tê de xwendekarên ku ji geştê dihatin hebûn, wergeriya. Di qezayê de 50 xwendekar birîndar bûn.

SÎVAS  - Li Şarkişlaya navçeya Sîvasê otobêsa ku tê de xwendekarên ku ji geştê dihatin hebûn, wergeriya. Diqezayê de 50 xwendekar birîndar bûn.

Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin otobêsa bi plakaya 06 KA 6144 a ku tê de xwendekarên Zanîngeha Kahramanmaraş Sutçu Îmamê hebûn û nasnameya ajokarê wê hêj nehatiye diyarkirin, nêzî bajaroka Cemelê ya rêbeja Pinarbaşi-Qeyseriyê ji kontrolê derket û wergeriya. Li gor tespîtên ewil di qezayê de 50 xwendekarên zanîngehê birîndar bûn. Birîndar bi ambûlansan sewqî nexweşxaneyên li Qeyserî û Sîvasê kirin.

Hat ragihandin ku rêwiyên di otobêsê de ji bo geştê çûbûn Trabzonê û ji wir vedigeriyan Kahramanmaraşê.(aa)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Güncel Haberleri