BRUKSEL - Li Swêdê di van hefteyên dawîn de li bajarên cuda agir bi mizgeftan dixin, û bi hezaran kesî agirpêxistinên mizgeftan protesto kirin. Bi hezaran kes beşdarî xwepêşandanên ku li bajarên Swêdê yên wekî Stockholm û Gotebergê îro nîvro hatin lidarxistin, bûn.
Bi qasî 2 hezarî kes beşdarî protestoyên li Stockholmê bûn û polêsan bergiriyên ewlehiyê girtin. protesto bê bûyer xilas bû û Wezîra Çandî ya Swêdê Alice Bah Kuhnkeya ku beşdarî protestoyan bû got ku di meha bê li dijî îslamofobiyê bergirî bên girtin. Protesto komên wekî Konseya Misilmanên Swêdê (SMC) û Misilmanên Ciwan ên Swêdê jî di nav de ji aliyê 40î zêdetir koman ve hat lidarxistin. Wezîrê Birêvebiriyên Herêmî Ardalan Shekarabi di protestoya ku li bajarê Ûppsalaya ku dikeve bakurê Stocholmê hat kirin de axivî û got ku "Mirov ditirsin ku biçin mizgeftan û ev jî ji bo azadiya dînî tehdîdek e." Li bajarê Ûppsalayê şeva sersalê agir bi mizgeftek din jî xistibûn û bi vî awayî jimara mizgeftên li welêt ên ku di nav hefteyekê de agir pê xistibûn, derketibûn sêyan.
-Polêsan bergirî zêde kirin
Polêsên Swêdê piştî agirpêxistinên mizgeftan biryar da ku ewlehiyên bergiriyê bigirin. Polêsan ji bo ku diyaloga bi nûnerên îbadetxaneyan re bê zêdekirin û hevkariya bi polêsên ewlehiyê re derxînin pêş û ji bo ku bi taybetî bala xwe bidin mizgeftan bang kir û hişyarî da. Li bajarê Eskîlstunayê ya ku dikeva başûrê rojhilatê Swêdê di 25ê kanûna pêşîn de agir bi mizgeftekê xistibûn û şewat derketibû. Di vê şewatê de 5 kes birîndar bibûn. Li bajara Eslova ku dikeve başûrê Swêdê jî di 26ê kanûna paşîn de agir bi mizgeftekê xistibûn û di mizgeftê de zirara madî çêbibû. (aa)