Li Wanê 224 kîlo û 156 qram eroîn hat qefaltin

Li Wanê operasyon birin ser wesaîtekê û di wesaîtê da 224 kîlo û 156 qram eroîn hat qefaltin.

VAN - Li Wanê operasyon birin ser wesaîtekê û di wesaîtê da 224 kîlo û 156 qram eroîn hat qefaltin.

Tîmên Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Narkotîk a Midûriyeta Ewlehiyê, li ser agahiyên ku ji Îranê bi qaçaxî tiryakê sewqî bajarên rojavayê dikin operasyon dan destpêkirin. Polêsan li ser rêya Wan-Hekariyê, li texma Kurubaşê tirimbêla bi plaqeya 61 DU 602yê ku ji Başkaleyê diçû Wanê dan sekinandin.

Di encama lêgerînê da di tanka LPGyê da 224 kîlo û 156 qram eroîn hat qefaltin. Di bûyerê da 11 kes sewqî edliyeyê kirin û 6 kes hatin derdestkirin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Güncel Haberleri