Muslîm: Em soza êrîşên çeteyên DAIŞ'ê bişkênin didin

Serokwezîrê Kantona Kobanê Enver Muslîm, diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê dixwazin tola berxwedana 17 rojin berdewam dike bigirin û komkujiyê pêk bînin û wiha got:

KOBANÊ -  "Em li Kobanê soza berxwedanê didin. Em soza êrîşên wan bişkênin didin û di hûndir de amadekariyên me hene."


Serokwezîrê Kantona Kobanê Enver Muslîm têkildarî rewşa dawî ya Kobanê ji Med Nûçeyê ra axivî û diyar kir ku pevçûnên gelek dijwar tên jiyîn û nûçeyên ketin nava bajar derew in.

Muslim wiha dest bi axaftina xwe kir: "Berxwedana YPG'ê gelek mezin e lê êrîş jî gelek mezin û dijwar in." Muslim, da zanîn ku çeteyên DAIŞ'ê yên hov dixwazin bikevin Kobanê û komkujiyê pêk bînin û wiha got: "Em li Kobanê soza berxwedanê didin. Em doza êrîşên wan bişkênin didin."

Muslim bang li hemû hêzên navneteweyî kir û wiha axivî: "Heke DAIŞ'ê bikeve Kobanê û komkujiyê pêk bîne dê hêzên navneteweyî berpirsiyarê vê yêk bin." Muslim, bang li hêzên koalîsyon jî kir ku bi balafiran çeperên DAIŞ'ê bên bombebaran bikin û bilêv kir ku ji bo pêşiya komkujiya bê girtin divê hemû hêzên Kurdistanî, hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê û gelê Bakur, Başur û Rojhilata bêtir çalakiyan li dar bixin.

Muslim, destnîşan kir ku rewşa Kobanê baş nîn e û wiha got: "Dixwazin tola berxwedana 17 rojan bigirin û komkujiyê pêk bînin. Di hûndir de amadekariyên me hene. Hêzên YPG'ê soza berxwedana herî dilopa xwîna xwe ya dawî dan."(Diha)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Güncel Haberleri