ANKARA - Li gor lêkolîna li ser bendîbûna bikaranîna înternet û kompiturê ji kesên ku beşdarî lêkolînê bûn ji sedî 18 kes pêgirtiyên kompiturê ne. Li gor lêkolînê kesên ku temenên wan di navbera 16 û 24 e, mêr, nezewicî, dibistana navîn û lîse qedandî, bê kar, mehaneya wan ji hezar lîreyê kêmtir an jî 5 hezar lîreyî zêdetir bendiyê înternetê ne. Kesên bendiyê înternetê herî zêde li ser înternetê lîstikan dilîzin, vîdeoyên pornografîk temaşe dikin û ji bo tiştên civakî înternetê bi kar tînin.
Hîndekarê Makezanista Tenduristiya Gel a Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Gaziyê Doç Dr. Mustafa Îlhan daxuyand ku bikaranîna înternetê her diçe zêde dibe. Îlhan got ku li Tirkiyeyê di 2005an de 7 milyon û 270 hezar kesî înternet bi kar dianî, lê di hezîrana 2012an de ev hejmar bû 36 milyon û 455 hezar kesî. Îlhan wiha axivî: "Wateya bendîbûna bi înternetê ev e ku înternetê zêde bikaran, demên bêyî înternet bê qîmet dîtin, dema înternetê bi kar neyne hêrsbûn û acizbûn, tekiliyên jiyan, kar û malbatê her diçe xirabûn."Li gor agahiyên Îlhan dan ji sedî 68,4 kesên ku beşdarî lêkolînê bûn înternetê bi kar tînin, ji sedî 31,6 kes înternetê bi kar naynin. Sedî 68,1 kes ji malê, ji sedî 17 kes jî telefonên berikan û ji kompiturên tablet dikevin înternetê.
Ji sedî 38,1 beşdarbûnan got ku divê li kargehan înternet bê sînorkirin, lê ji sedî 39,4 kesî jî got "na" divê înternet neyê sînorkirin. Hejmara kesên ku dibêjin tiştên li dijî qanûnan divê bên sînorkirin jî sedî 66,8 e.Dema sedema bikaranîna înternetê tê şopandin ev sedem û hejmar tên dîtin. Ji sedî 34,4 kes ji bo sedemên civakî, ji sedî 25,2 kes ji bo nûçeyan, ji sedî 13 kes jî ji bo lîstikan înternetê bi kar tînin.Ji beşdarbûnan ji sedî 20, 9 kes xwe wek bendiyê înternetê bi nav dikin lê ji sedî 79,1 kes vê qebûl nakin. Li gor lêkolînê kesên ku temenê wan di navbera 16 û 24 e, mêr, nezewicî, dibistana navîn û lîse qedandî, bê kar, mehaneya wan ji hezar lîreyê kêmtir an jî 5 hezar lîreyî zêdetir bendiyê înternetê ne. Kesên bendî ne herî zêde li ser înternetê lîstikan dilîzin, vîdeoyên pornografîk temaşe dikin û ji bo tiştên civakî înternetê bi kar tînin.
Îlhan got ku dema rêjeya perwerdeyê û hişmendî kêm dibe bikaranîna înternetê ya bê armanc û pêgirtîbûna bi înternetê jî zêde dibe.(aa)