Piştî biryara ‘Şaredariya bira’ niha jî dora naskirina Rojava ye

Şaredariya Romayê ya Îtalyayê beriya du hefteyan bi biryara partiyên siyasî yên di meclîsa şaredariyê de cih digirin yên wekî Çep, SEL’ê bi banga wan bi îmzeyên PD, M5S,

AMED – Lîsta Marchini û Alleanza Popolara Nazionaleyê ve Şaredariya Kobanê wekî “Şaredariya bira” diyar kir. Ligel ku di navbera wan de nêrînan de cudatî he ye jî partiyên siyasî yekem car di xaleke hevpar de gihîştin hev û di çarçoveya biryarê de ala Rojava li avahiya şaredariyê hat daliqandin. 

Piştî vê piştgiriya watedar a ji bo Kobanê hatiye dayîn, Endama Meclîsa Partiya SEL a Şaredariya Romayê Gianluca Peciola ku gelek hewldanê wê he ne wekî nûnera Şaredariya Romayê hat Amedê beşdarî “Konferansa jinûveînşakirina Kobanê” bû. 

‘Divê hemû kes ji bo Kobanê çi ji destên wan bê bikin’

Gianluca Peciola têkildarî pirsên me yên dema konferansê de û piştî konferansê çi bikin agahî da û ewil ji bo biryara “şaredariya bira” got ku divê hemû kes ji bo Kobanê û gelê kurd çi ji destên wan tê bikin û ji ber ku baweriya wan ev e, ev biryar girtine. Peciola anî ziman ku DAIŞ tenê dijminê Kobanê û gelê kurd nîn e, ji bo hemû gelên cihanê dijmin e û wiha berdewam kir: “Li hemberî vê yekê Romaya paytexta Îtalyayê ye berxwedan nîşan da û bi vêrengî me xwest nîşan bidin ku bi gelê kurd û Kobanê re ne. Me ji bo vê yekê îmzeya xwe avêt bin biryarê.”


‘Me xwest konferansa duyemîn li Romayê pêk bînin’

Peciola ya ku wek nûnerê Şaredarê Romayê û konferansê dişopîne ji bo girîngiya konferansê û xebatên înşakirina Kobanê jî nêrînên xwe parve kir bilêv kir ku ligel ku konferans ji bo înşakirina Kobanê gava yekem e jî nîqaşên berfireh hatine kirin. Peciola anî ziman ku beşdarên konferansê xwedî ligel ku xwedî îdeolojiyên cuda ne jî têkildarî înşakirina Kobanê nêrîn û fikrên xwe vegotine û wiha berdewam kir: “Ligel vê cudabûnê jî tekane hedef he bû, ew jî ji nû ve înşakirina Kobanê bû. Piştgirîdayîna berxwedana heyî bû. Ji bo me ya girîng jî ev bû.”Ömer Çelik(diha)
 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Güncel Haberleri