Cîrana rojnameya Agosê Handan Ozcan diyar kir ku ew gelek dibin bandora qetilkirina Hrant Dînk de maye û wiha got: "Dema cenazeyê Dînk rakirin ji bo xwîna wî ya erde paqij bikin satilek û firçeyek da peywirdarên li wir û xwîna li erdê paqijkirin. Lê ew dîmen qet ji ber çavên min naçe. Li gorî min hejî ew xwîn li erdê ye, qed nehatiye paqijkirin. Heya edalet neyê û kujer neyên darizandin wê xwîn li erdê be." Hasan Tekîn jî diyar kir ku piştî kuştina Dînk midûrê midûriyetê yê demê bû walî.
Lî ser qetilkirina Gerînendeyê Gîştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk re 8 sal derbas bû. Dînk ji ber ku li ser keça Ataturk a maneweyî Sabiha Gokçen nûçeyek amede kiribû û di nûçeye de gotibû 'Gokçen keçeke ermeniye, ji sêwîxaneyê hatiye girtin" Dînk ji ber vê nûçeyê hatibû hedef girtin û derheqê wî de doz hatibûn vekirin. Di 19'ê çileya 2007'an de jî ji aliye Ogun Samast li ber avahiya rojnameya Agosê di saet 15.00'an de hat qetilkirin. Li ser qetilkirina Dînk cîranê rojnameya Agosê Hasan Tekîn û Handan Ozcan nerînên xwe anîn ziman.
DÎNK Bİ SEKNA XWE HÊZ DİDA DERDORA XWE
Cîranê rojnameya Agosê Hasan Tekîn diyar kir ku bi girtina dikana ku dixebite Hrant Dînk naskiriye wiha got: "Di sala 2002'yan de bi vekirina vê dikanê me hevdu naskir. Hrant heta silav nedaba me qed derbas nedibû. Hrant Dînk mirovekî enerjiya pozîtîf li derdor belav dikir û bi sekna xwe û axaftina xwe mirovekî cuda bû."
'TEVÎ 8 SAL Lİ SER DE DERBAZBÛ DİXWAZİN Bİ DU POLÎSAN DOZÊ BİGRİN'
Tekîn got ku qetilkirina Hrant Dînk ew gelek bandora xwe li ser wî kiriye û wiha got:"Qetilkirina Dînk li gorî min ji kuştinekê zêdetir lînçkirina civakê ye. Em dikarin bêjin kesekî ku ji Trabzonê derket û yê ku hesasiyet wî heye ev qetlîam pêk anîbe jî ev yek sûce berpirsiyarên ku Hrand xistin hedefê. Qetilkirina Dînk bi awayek rêxistinkirî pêk hatiye." Tekîn bertek nîşanî rayedarên hikûmetê da û diyar kir ku tevî 8 sal li ser qetilkirinê de de derbasbû lê dixwazin bi du polîsan dozê bigrin û anî ziman ku dema ku Dînk hat qetilkirin rojek li ser derbasbû midûrê midûriyetê yê demê weke walî peywîr girt.
'EM HEVÎ DİKİN KU ROJÊN REŞ RONÎ BİBE'
Cîrana rojnameya Agosê Handan Ozcan jî anî ziman ku piştî qetilkirina Hrant Dînk fikrê wê hat guhertin û ew tevlî xebatan bûye û niha di rêveberiya HDP'ê ya Şîşlî de cih digire. Ozcan diyar kir ku wê tu caran qetilkirina Dînk ji bîr nekiriye û wiha got: "Di dema ku ez ketim dikanê bi ketina min re dengê guleyê hat. Heya em derketin ji derve Hrant hatibû qetilkirin. cenazeyê Hrant heya saet 18.00'an li erdê ma. Heya dozger hat cihê bûyerê ji nûve cenaze ji erdê rakirin. Dema cenazeyê Dînk rakirin ji bo xwîna wî ya erde paqij bikin satilek û firçeyek da peywirdarên li wir û xwîna li erdê paqijkirin. Lê ew dîmen qet ji ber çavên min naçe. Li gorî min hejî ew xwîn li erdê ye, qed nehatiye paqijkirin. Heya edalet neyê û kujer neyên darizandin wê xwîn li erdê be." (Diha)